15.The Rock

  1. R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpên ji hevçûyî dizane). Evanan, beratên pirtûk û Qur’ana daveger in
  2. Gavê werin, ewanê bêne file hene! (Ewanê bêjin:) "Xwezîka em misilman bûna
  3. (Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde. Bira ewan bixun û (bi xweşî) bijîn, xwestinê wan ewan didine para da. Îdî di nêzîk da ewanê bizanin (ka paşîya kirinê wan ça ne)
  4. Me çiqa rûniştîyên welatekî teşqele kiribin, hey ji bona teşqela wan, danekî diyarî hebûye. (Ya jî, ji wan hey mayîne nivîsarê diyarî mane)
  5. Qe tu kom tune ye, ku ji danê (teşqele dane xwe) borîye, ya jî para da mayî be
  6. Ewan (filan ji bona te ra aha) gotine: "Bi rastî ewê ku (Qur’an) bi ser te da hatîye hinartinê, tu yekî tepaketî yî
  7. Heke (bira, tu) di doza xwa da rast î, ka (ji bona rastîya pêxemberîya xwe) ji me ra firişteyên (dîdevan) bîne
  8. Em hey firiştan (ji bona berewanî û şapatdanê) dihênirin. (Gava firişte werin hinartinê îdî ewanan nikarin) tu tiştî bikin (firişte nahêlin ku ewan çavê xwe vekin)
  9. Bi rastî me (Qur’an) hinartîye, bi rastî em bi xweber jî ji bona (Qur’anê ra) parisvan in
  10. Û bi sond! Di nava wan komên berya te da, me pêxember şandine
  11. Çiqa pêxemberek hatibe bal wan, ewan hey bi wî (pêxemberî) tinaz kirine
  12. Em bi vî awayî (tinazan) dixine dilê wan ê nûsitemkar
  13. Di berya wan da (ewan komalên tinazger) ka me çi bi serê wan da anîbû, borîne (evan şopa wan dibînin jî, disa) bawer nakin
  14. Heke me di ezman da ji bona wan ra derîyek vekirî bûya, ku ewan di wî derî da hevraz derketinan jî (ewan beratan bi çavê xwe bidîtanan)
  15. (Wê dîsa ewanê) bi gotinan: "Bi rastî çavê me sermest bûye, bi rastî em komelekî wusa nin li me anç hatîyekirinê
  16. Bi sond! Me di ezman da şûnwarê (wekî koşkan) gerandine, me ewan (şûnwaran) ji bona dîdevanan ra xemilandine
  17. Me ewa (ezmana) ji hemî pelîdên deherok dane parisandinê
  18. Ji pêştirê wî pelîd ku bi dizî gohdarî dike, îdî pêtên agirê xûyayî dibine peyrewê wî pelîdî
  19. Û me zemîn jî raxistîye. Me di nava zemîn da çîyayên dirêj rakutan e. Me hemû tişt di zemîn da bi pîvayî hêşîn kirine
  20. Di zemîn da me ji bona we ra û ji bona wan candarên, ku hûn ji wan ra rozîyan nadin (rozîyên) jînê çê kirine
  21. Û xezna hemî tiştan hey li bal me ye. Em ewan wekî hewcebûnê hey dihênirin (ji azman û zemîn ji bona jîna we derdixin, wekî ba û bariştan)
  22. Û me ba, bi kevînî şandîye (ewr civandine) îdî em di jor da aveke wusa dihênirin, em we bi vê avê didine avdanê. We bi xweber jî nikarîye ewa ava bixista cûrnan
  23. Û bi rastî hey em bi tenê ne jîn û mirin çê dikin. (Ûrta wan hemûyan jî) em bi tenê ne. (Piştî wan, hey em bi tenê dimînin)
  24. Bi sond! Ewanê ji we yên ku pêş da çûne, me bi wan zanîye. Û bi sond! Ewanê ji we yên ku para tên em bi wan dizanin
  25. Û Xudayê te ê (ewan bi rastî we ji bona hijmartina kirinê wan) bicivîne. Bi rastî Xuda bijejkeyê zana ye
  26. Bi sond! Me meriv ji heryeke ji hev çûyê genîyê qimitî afirandîye
  27. Hêj di berê da jî me meçêtir ji agirê bayê germok e afirandîye
  28. Di gavekî da Xudayê te ji bona firiştan ra gotibû: "Bi rastî ezê merivan ji heryekê ji hevçûyî bênketî qimitî biafirînin
  29. Îdî gava min pêka wî anî û ji canê xwe can berda gewdê wî, heman hûn ji wî ra kunde beherin
  30. (Ji piştî afirandina wî) hemî firiştan (ji bona wî ra) kunde birin
  31. Ji pêştirê pelîd; ewî ji bona kundebirinê, xwe da para
  32. (Yezdan ji bona wî ra) gotîye: "Çi bûye ji te ra pelîd! Ku tu jî bi wanê kundebir ra ne bûyî
  33. (Pelîd di bersiva Yezdan da) gotîye: "Ezê ça ji bona wî kesê, ku te ewa ji heryekê bênketî qimitîye ji hevçûyî çê kirîye, kunde biherin
  34. (Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "Îdî tu ji nava qencîyê min derkebe. Bi rastî tu ji dilovanîya min hatî deherandine
  35. Û heya roya xelat û celatan deherandin li ser te ye
  36. (Pelîd beresiv daye) gotîye: "Xudayê min! Heya roya ku ewanê dîsa rabin (ji bona kirinê xwe bêne xelat û celatkirinê, canê min nestîne) li min mêze bike (ka ez çi bi wan dikim)
  37. (Yezdan ji wî ra) dibêje: “Bi rastî ji te ra mecal hate dayînê.”
  38. Heya wî danê roya diyarî
  39. (Pelîd ji bona Yezdan ra) dibêje: "Xudayê min! Ji bo ku te ez (bi sedema wan) aziran dime, ezê ji bona wan ra di zemîn da (sikatîyan) bixemilînim û ezê ewan hemûşkan bi azirinim (ewan ji rêya te derxim)
  40. Ji pêştirê wan kesên ji wan, ku xurî bendeyên te ne
  41. (Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "(Eva gotina te ye ku tu dibêjî. Ez nikarim bendeyên te yên xurî ji rêya rast derxim." Şixwe ewa) rêya min a rast e
  42. Bi rastî li ser wan bendeyên minê xurî tu hêz ji bona te ra tune ye. Ji pêştirê wanê azirî ku bûne peyrewê te
  43. Bi rastî doj, şûna radawa wan aziryan hemûşkan e
  44. Ji bona dojê ra heft derî hene. Ji bona her yekî ji wan derîyan, pareke ku ji wan hatîye parkirinê, heye
  45. (Ewanê ku xwe ji pelîd parisandine) hene! Ewan di bihişt û kanya da nin
  46. Hûn bi xêlne û bi ewletî bikebine behîştan
  47. Me dexesîya di singê wan da heyî, rakirîye. Ewan bi biratî li ser textan hemberî hewyane
  48. Di wura da westandin bi wan nagire, û ewan ji bihiştê jî nayêne derxistine
  49. (Muhemmed!) Tu ji bendeyên min ra agahdarî bide; "Bi rastî ez baxişgerî dilovîn im
  50. Bi rastî şapata min jî şapata dilsoz e
  51. (Muhemmed!) Tu ji wan ra agahdarî ji mêvanê Îbrahîm bide
  52. Gava (ewan mêvanan) ketine bal (Îbrahîm, jê ra aha)gotine: "Selam" (Îbrahîm ji wan ra) gotîye:"Bi rastî em ji we vecinîqîn
  53. (Ewa mêvanan ji bona Îbrahîm ra) gotine: "Tu ji me veneciniqe, bi rastî (em hatine) te bi kurekî zana didine mizgîndanê
  54. (Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pişkî kaltî bi min da hatîye, hûnê bi çi îdî mizginî bidine min
  55. (Ewan ji Îbrahîm ra) dibêjin: “Em mizgînî didine te bi rastî tu nebe ji wanê bê hêvî
  56. (Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pêştirê wanê rê derketî tu kes ji dilovanîya Yezdan bê hêvî nabe
  57. (Ji piştî ku Îbrahîm zanî, ewanê hatî firişte ne; ji wan pirsî) got: "Gelî saîyan! Xwastina we çî ye
  58. (Ewan saîyan) gotine: "Em li bal komalekî nûsîtemkar da hatine şandinê
  59. Ji pêştirê malîyên Lût. Bi rastî emê ewan (malîyên Lût) hemûşkan fereste bikin
  60. Ji pêştirê jina (Lût) me bi rastî (ewa jinika ji wanê ku di nava teşqalan da dimînin hijmartîye). Bi rastî ewa jinika di teşqele da maye
  61. Îdî gava ewan saîyan hatine bal malîyên Lût
  62. (Lût ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî hûn komalekî (wusa ne nîyas in) meriv ji we vediciniqin
  63. (Ewan saîyan) gotine: "(Hûn ji me netirsin) me ewa (şapata) ku komalê te, di hatina wê da du dil in, ji te ra anîye
  64. Û me bi rastî ewa şapata anîye û em di gotina xwe da jî rast in
  65. Îdî tu di danekî şevê da malîyên xwe derxe rê û tu jî li pey wan da here, bira tu kes ji we para da mêze neke, cîyê hûn hatine fermandanê, ji bona çûna wêderê, herin wura
  66. Û me (li bal Lût da) pêkanîna vê fermanê niqandîye, "Bi rastî poçika wanê di sibehê da hatibe birînê (qe tu kes ji wan namîne)
  67. Û rûniştîyên bajar bi hev ra mizgîna (hatina saîyan) didane hev (direvîyan hatibûne bal mêvanan)
  68. (Lût ji bajarîyên xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evan mêvanê min in; hûn min bi wan nehetikînin
  69. (Çi dibe!) Ji Yezdan bitirsin, hûn min riswa nekin
  70. (Bajarîyên Lût jê ra) gotine: "Ma qey me tu ji karê bîyanan ne dabû paradanê (hêj tu têkilê karê wan jî dibî)
  71. (Lût ji bona bajarîyan aha) gotîye: "Heke hûnê tiştekî bikin, evan keçên (minê jinê we ne) havanên
  72. (Lût!) Bi jîna te ewan (komalê te yê file) di mestîya xwe da kor mane
  73. Îdî di gava roj derketînê da, dengê hêja zemîn bi wan girt
  74. Îdî me ewan ser û binê hev kirin û me li ser wan da jana bi nav (xwuryê keviran) barand (ya jî di zemînê wan da me agir da hilkirinê, wusa teqya di hundurê xwe da herya xweye wekî agir avête hewa, ewan wekî çurûskê agir bi ser wan da barîne)
  75. Bi rastî (di vî da) ji bona wanê xwe nîyas ra beratên (sodretî) hene
  76. Û bi rastî ewa (bajarê wan komalê Lût) li ser rêyeke berê da heyî da ne
  77. Bi rastî ji bona bawergeran ra di vê (bûyerê da) beratên hişhildayî hene
  78. Û bi rastî hevrîyên (Eyketê) zor cewrkar bûne
  79. Îdî me ji wan jî tol hildane. Ewan herduk (bajarê Lût û bajarê Eyketîyan li ser rê) li ber çavan xûya ne
  80. Bi sond! Hevrîyên hicrê (şikeft û keviran) jî (pêxember) dane derewdêrandinê
  81. Û me ji wan beratên xwe anîne, îdî ewan ji wan beratan rû fetilandine
  82. Ewan di wan çîyan da ji xwe ra xanî bi ewletî dikolan
  83. Îdî di danê sibe da dengê (hêja zemîn) bi wan girtîye
  84. Ewa (xebata wan e, ku ewan di berê da ji bona ewletîya xwe di çîyan da xanî kola bûn) ewan (ji şapatê) nedane parizandinê
  85. Me ezman û zemîn û tişta nîveka wan da heyî, hey bi mafî afirandîye (ne ji bona ku ewan rêzikê min hilşînin. Ewanê di hemberê te da derdikebin hene! Emê ji wan tolê hildin) wê ewa roya (rabûna hemûtîyê) were, îdî tu bi wan ra bi qencî derbasî bike
  86. Bi rastî Xudayê te pir afirandok û pir zane ye
  87. Û bi sond! Me ji zoyan heft parên zo (Fatihe) û bi Qur’ana mezin va, ji te ra anîne
  88. (Muhemmed!) Tu çavê xwe li bal hinek cotên (ji wan) ku me ewan di cîhanê da (bi zenginî û xweşî dane jînandinê) zoq neke. (Ji bona ku ewan bi te bawer nakin) tu murûz nebe û tu ji bona wanê bawer kirine baskê xwe ber jêr bike (di hemberê wan da mulahîm be)
  89. Û (Muhemmed!) tu ji wan ra bêje: "Bi rastî ez hey (ji bona we ra hişyarekî) tirsdanê ber çavî me
  90. (Hûn dizanin, heke hûn bawer nekin, wê şapata Yezdanê bi ser we da were) wekî me ça li ser wan (fileyên) parkar da hinartîye
  91. Ewan (filan in) ku Qur’an parpar kirine (hinekî wê, ku wekî Tewrat û Încîlê ye; litê kirine, ewa para ku wekî Tewrat û Încîlê ne bûye, bi wê bawer ne kirine)
  92. Îdî bi Xudayê te emê ji hemû (keda) wan pirs bikin
  93. Ka ewan çi ked kiribûn
  94. Îdî tu ça hatî fermankirinê (bê perwa) ewan wusa pêk bîne û tu rû ji wanê hevrîçêker bifetilîne
  95. Bi rastî di hemberê wanê bi te tinazan dikin, em besî te ne
  96. Ewanê (tinazan bi te dikin hene!) ewanan ji Yezdan ra hinek xudayên (xweyê) mayî dixne hevrî. Îdî ewanê di nêzîk da bizanin
  97. Bi sond! Em dizanin, ku dilê te bi gotinê wan teng dibe
  98. Îdî tu bi pesindayîna Xudayê xwe, ewî ji kêmasîyan paqij bike û ewanê kunde (ji Xuda ra) dibin hene! Tu bibe ji wan
  99. Û heya mirina te bê, tu perestîya Xudayê xwe bike