19.Mary

  1. Y.A.S. (Arşa van têpên ji hev çûyî, hey Yezdan dizane)
  2. (Evan beratên ku em ji te ra dixunin) dilovanîya Xuda yê te ye, ji bona bîranîna bendeyê xwe; Zekerîya (hinartîye)
  3. Di gavekî da (Zekerîya) bi dengekî dizî va, gazî Xudayê xwe kirîbûye
  4. (Aha) gotîbûye: "Xudayê min! Bi rastî îdî hêstîye min (ji kalbûnê bi jarîtî) sist bûne û serê min jî ji kalîtîyê pê girtîye (sipî bûye). Xudayê min! Min çiqa gazî te kirîye, ez bê hêvî ne bûme (hey te bersiva min daye)
  5. Xuda! Bi rastî ez ji wan (pismamên xwe yê, ku ji piştî mirina min tiştên ne pak bikin). Ditirsim û (tu dizanî) jina min jî eremûk e (çi dibe!) ku tu li bal xwe da, ji bona min ra ûrtekî bidî
  6. Ji bo ku ewa ji min ra û ji malîyên Y’eqûb ra jî bibe ûrt (bimîne). (Xudayê min!) tu ewî bixe yekî wusa, ku tu bi wî qayîl bibî
  7. (Yezdan ji bona Zekerîya ra aha qotîye:) "Zekerîya! Bi rastî emê te bi kurekî bi nav Yehya bidine mizgîndanê, me ev navê hanê di pêşya wî da, qe li tu kesekî ne kiribû
  8. (Zekerîya) gotîye: "Xudayê min! Ka we ça ji min ra kur bibe? Jina min eremûk e, ez bi xweber jî wusa kal bûme temarê min îdî hişk bûne
  9. (Xuda) gotîye: "Gotina te ye, 1ê eva afirandina hanê li ser Xudayê te hêsanî ye, hêj berê da, tu jî tiştek ne bûye, min tu afirandî
  10. (Zekerîya) gotîye: "Xudayê min! Ka ji min ra beratekî bide (ku ez bizanibim tuyê ji min ra kurekî bidî." Xuda ji Zekerîya ra) gotîye: "Berata te ev e: Heya sê ro û şevan, hemî gewdê te jî dirust be, tu nikarî bi tu kesekî ra mijûl bibî
  11. Îdî (Zekerîya) ji baboyê (mihrabê) derkete nava komalê xwe (nikarbû bi wan ra mijûl bibe, bi hinek nîşana ve ji wan ra aha) gotîye: "Hûn di sibeh û evaran da ji Xudayê xwe ra nimêj bikin û ewî ji kemasîyan paqij bikin
  12. (Îdî dema ewa zaroka bû, navê wî Yehya danîn. Me ji wî ra aha got): "Yehya! Tu pirtûkê bi hêz bigire (ewê ça ferman kirîye, wusa bike)." Bi rastî Yehya hêj zar bû, me ji wî ra zanîna retkokî dabû
  13. (Çima me ji wî ra dema zaroktîyê da zanîn dabû), loma Yehya li bal me delal û paqij bû. îdî ewa xudapariz bû
  14. (Loma Yehya) ji bona dê û bavê xwe ra jî qencîkar bûye û ewa yekê pozbilindê, serhişkê, qure ne bûye
  15. Di roya ji dayîk bûye û di roya dimire û di roya wê bi zindî rabe here civînê da, selam li ser wî be
  16. (Muhemmed!) Tu di pirtûkû da (serdaborya) Meryemê jî bixune. Kanê, gava ewa ji malîyên xwe raqetîyabû li alîyê rojhilat ji bona xwe ra şûnek girtibû (qe li malîyên xwe mêze ne dikir, xurî perestî dikir)
  17. Îdî ewê di nava xwe û malîyên xwe da perdek vegirtibû (qe tevê wan ne dibû). Îdî me jî canê xwe li bal Meryemê da şandşye. Ewa cana ji bona Meryemê ra bûye wekî merivekî bê kemasî xwe daye nîşanê wê
  18. (Gava Meryemê ewa meriva dît, aha jê ra) gotîye : "Ez ji te (ditirsim) xwe davejime ber bextê Xudayê dilovan, ku min ji te biparizîne. Heke tu bi rastî xudaparis î (têkilê min nebe)
  19. (Ewî rûhê, ku ketîye diliqê merivan, ji Meryemê ra aha) gotîye: "Bi rastî hey ez saîyê Xudayê te me (hatime vira) ji bo ku ez ji bona te ra kurekî tîtalê zêhirdar bidim
  20. (Meryemê bersiva wî daye, aha) gotîye: Qe tu meriv têkilê min ne bûye û ez bi xweber jî ez jinekî xirab jî ne bûme, wê ça ji bona min ra kurekî çê bibe
  21. (Ewî bersiva Meryemê daye, aha) gotîye: "Gotina te rast e. Lê Xudayê te gotîye: Bi van salixan va jî (dayîna kurekî li ser me hêsanîye;” (Emê ewî aha bidin); ji bo ku em ewî bixne berateke derhoze (mucize) ji bona kesan ra bihêlin (Eva dayîna) dilovanîyeke ji me ye.” Îdî bûyer (hadise) pêk hat
  22. (Meryem) îdî bi wê zarê bi zar maye. Ji ber vî qasî (Meryem, ji kemalê xwe) çûye cîyekî dûr maye
  23. (Dema gava razana wê hatîye) sancîyan bi wê girtîye, ewa çûye nava darê xurman, xwe bi çiqilê daran girtîye (aha) gotîye: "Xwazîka ez hêj berya naha da mirî bûma û hatibûma bîrvakirinê (min evan tiştan ne dîtibûyan)
  24. Îdî gazî (Meryemê) kirine (aha) gotine: "Tu mirûzê xwe neke, bi sond! Xudayê te dibinê (nigê) te da nijdewanekî mezin çê kirîye
  25. Tu çiqlê darê xurman li bal xwe da bihejîne, ji bo ku li ser te da xurmên terê gihîjtî bikebin
  26. Îdî tu bixwe û vexwe û tu çave xwe ji hêstiran zaha bike (çavê te ronahî be). Heke tu ji merivan, kesekî bibînî, tu ji wî ra (aha) bêje: "Bi rastî min peyman daye, ku ez ji bona Xudayê dilovan ra rojî bigirim; îdî di îro da qe bi tu kesekî ra mujûl nabim
  27. Îdî paşê (Meryemê zara) xwe hildaye hatîye bal komalê xwe. (Komalê Meryemê jê ra aha) gotine: "Meryem! Bi sond te tiştekî sodret anîye û kiriye
  28. Xûşka Harûn! Bi rastî bavê te merivekî xirab ne bû û dîya te jî jinekî pîs ne bû
  29. (Ka te eva ji kêdere anîye?) Îdî (Meryemê) li bal wî zarê da niqandîye (Gotîye: "Ji wî pirs bikin.)" Ewan (bersiva Meryemê dane, aha) gotine: "Ka ewa zaroka hêlanê da, wê ça bi me ra axiftin bike
  30. Ewê zarokê (bersiva wan daye û) gotîye: "Bi rastî ez bendeyê Yezdan im; ewî ji min ra pirtûk anîye daye min û ez ji xwe ra xistime pêxember
  31. Û ewî ez li hemû cîhî bi payetî rakutame û li min şîret kirîye, heya ez bijîm gotîye ez nimêj bikim û baca xwe bidim
  32. Ji bona dîya xwe ra jî qencîkar bim. (Yezdan) ez ji serhişkê pozbilind yê rêderketî ne gerandime
  33. (Ji Yezdan) di roya ji dayîkbûna min da û di roya mirina min da û di roya ku ezê bi zindî rabim (herime civînê) da, selam li ser min heye
  34. Rastîya wî ‘Îsayê kur ê Meryemê ku hûn di rastîya wî da dudil in, eva ye
  35. Qe babet nîne, ku Yezdan ji xwe ra zaran bigire, ewa ji van (gotinan) paqij e. Gava (Yezdan) bivê ku bûyerekî çê bike, ji wê bûyerê ra dibêje: "Bibe." Ewa jî ji ber xwe dibe
  36. Bi rastî Yezdan Xudayê min e û Xudayê we ye jî. Îdî hûn hey ji wî ra perestî bikin. Rêya rast hey eva ye
  37. Îdî (paşê ewan di nava xwe da partî çê kirine). Ewan partîyan di nava xwe da ne wekhev bûn çê kirine. Îdî ji dîtina roya mezin (ku roya rabûna hemû ye) xwelî li wan filan be (ka ewan ça fereste bin)
  38. Di roya ku ewan têne bal me, çiqa rind dibêhin û çiqa rind dibînin! Lê ewanê cewr kirine hene! Ewan di wê royê da di wundabûneke xûya da nin
  39. Û (Muhanmed!) tu ewan ji wê roya, ku hemû bûyer têda têne pêkanînê, meriv li ser kirinê xwe kovanan dikişînin, bide hişyarkidrinê. (Gava bûyera wan pêk tê) haja wan namîne, ewan bi xweber jî bawer nakin
  40. Bi rastî hey ûrta zemîn û tişta li ser (zemîn) em tenê ne. Ewan hey li bal me da bine zivirandinê
  41. (Muhemmed!) Tu di pirtûkê da (serdaborya) Îbrahîm (ji bona koma xwe ra) bixûne. Bi rastî (Îbrahîm) pêxemberekî pir rast bûye
  42. Di gavekî da (Îbrahîm) ji bona bavê xwe ra (aha) gotîye: "Bavo! Ka ji bo çi tu ji wan tiştên, ku nabihên û nabînin, perestî dikî? Ewan qe te (ji tu şapatî jî) fereste nakin
  43. Bavo! Bi sond, ji bona min ra zanîneke wusa hatîye, ku ewa zanîna ji te ra ne hatîye, îdî tu bibe peyrewê min, ku ez te beherime wê rêya rast ya bê kêmasî
  44. Bavo! Ji bona pelîd ra perestî neke. Bi rastî pelîd li ber Xudayê dilovan da serî bilind kirîye (bi gotina wî nake)
  45. Bavo! Bi rastî ez ditirsim, heke şapatek ji Xudayê dilovan bi te bigire, îdî tu jî bibî dostê pelîd
  46. (Bavê Îbrahîm bersiva wî daye aha) gotîye: "Îbrahîm! Qey tu ji perestîya Xudayên min, rû difetilînî (perestîya wan nekî)? Bi sond! Heke tu ji wan kirinê xwe dest bernedî ezê te kevir bikim (bikujim) û (Îbrahîm) tu dest ji min berde, heya hinek gavan ji vira here
  47. (Îbrahîm bersiva bavê xwe aha daye), gotîye: "(Bavo!) selam li ser te be, ezê ji bona te ra ji Xudayê xwe, lavaya baxişandinê bikim. Loma Xudayê min, ji bona min ra pir qencîkar e
  48. Bi rastî ezê ji we û ji wan tiştên, ku hûn ji pêştirê Yezdan, ji wan ra perestî dikin dest berdim, ezê hey ji Xudayê xwe ra perestî bikim. Goman dikim, ku ez jî (wekî we) bi perestîya Xudayê xwe dil hişk û rê derketî nebim
  49. Îdî gava (Îbrahîm) dest ji wan û ji pêştirê Yezdan, ji wan ra perestî dikirin, berdaye, me jî ji bona (Îbrahîm ra) Ishaq û Y’eqûb raber kiriye. Me hemûşk jî xistibûne pêxember
  50. Me ji dilovanîya xwe, ji bona wan ra (mal, hêz û serwet) daye, me ji bona wan ra zimanekî rastê bilind daye
  51. Û (Muhemmed!) tu di pirtûkê da (serdaborya) Mûsa (ji bona koma xwe ra) bixûne. Bi rastî (Mûsa bendekî me ye) xwurî bûye, ewa bi pêxemberî (li bal zarên cihûyan da) hatîye şandinê
  52. Me ji alîyê rastê çîya yê (bi nav) Tûr da, gazî (Mûsa) kirîye. Ji bo ku em bi wî ra mijûl bibin, me ewa nêzê xwe kirîye
  53. Me ji dilovanîya xwe, ji bona (Mûsa ra) birayê wî yê Harûn bi pêxemberî raber kirîye
  54. (Muhemmed!) Tu di pirtûkê da (serdaborya) Îsma’îl (ji bona komalê xwe ra) bixûne; Bi rastî ewa di peymana xwe da rast bûye. Ewa (li bal komalê xwe da) bi pêxemberî hatîye şandinê
  55. (Îsma’îl) fermana malîyên xwe bi nimêjkirinê û bi baca malê xwe dayînê kirîye. Ewa li bal Xudayê xwe jî, hatîye qayîlkirinê
  56. (Muhemmed!) Tu di pirtûkê da (serdaborya) Îdrîs (ji bona komalê xwe ra) bixûne. Loma bi rastî (Îdrîs) pêxemberekî pir rast bûye
  57. Me jî ewa li bal cîyekî bilind da rakirîye
  58. Evan (pêxemberên, ku navê wan borîne) hene! Ji nişa (Adem) û ji nişa wan kesên, ku me ewan bi Nûh ra hildabûne (kelekê) û ji nişa Îbrahim û Israîl (Y’eqûb) in. Me ji wan ra, rê daye nîşanê û me ewan (di nava kesan da bi pêxemberî) hilbijartîne. Gava beratên Yezdanê dilovan ji wan ra tê xwendinê ji xwe va diçin, bi giryanê ve diçin secdê
  59. Îdî li pey wan (pêxemberan) ûrteke wusa maye, ewê ûrtê dest ji nimêjkirinê berdane, bûne peyrewê dilxwezîya xwe (haja wan ji fermanên me ne maye. Evanê jî celata qûretîya xwe bibînin). Wê li bal dojê da bêne avêtinê
  60. Ji peştirê wanê, ku ji kirinê xwe poşman bibin û karê aştî kiribin, evanan dikebine bihiştê, qe bi tu tiştî cewr li wan nayê kirinê
  61. Ewa (bihişta) bihişteke wusa ne (Yezdan)ê dilovan bi ne xûyayî ji bona bendeyên xwe ra peyman daye (ku wê ewanê bikebine wê bihiştê). Bi rastî peymana (Xudayê dilovan) tê şûna xwe
  62. Ewanan (di bihiştê da) hey rastê vê peyvên "Selam" tên, qe peyvên kajî vajî têda tune ne. Ji bona wan ra di sibeh û evaran da xwarinên wan di bihiştê da hene (ewan jê dixun)
  63. Ewa bihişta hanê heye! Ji bendeyên me, kîjanê xudaparizî dike, em ewî dixine mîratxwarê wê bihiştê
  64. (Dema niqandin, çend royan para ket, pêxember ji Cebraîl pirsîye: “Ka çima niqandin para ketîye?" Cebraîl bersiva wî daye, aha gotiye): "Em hey bi fermana Xudayê te têne hiartinê, çi di berya me da borîye û çi di pey me da maye, û di niveka van her du deman da jî çi heye, hemî ji bona Xudayê te ra ne (çi ferman bike wilo dibe). Şixwa Xudayê te (tu jî) bîrva ne kirîye
  65. Xudayê ezman û zemîn û Xudayê tiştên di nîveka wan herdukan da heye, ewa ye. Îdî tu ji bona wî (Xuda ra) perestî bike û tu ji bona perestîya wî ra binive. Qe tu bi navê yekî (ku bi navê Yezdan hatibe navdanê) dizanî
  66. Meriv (aha) dibêje: "Gava ez mirim, dîsa ezê di nêzîk da zindî (ji gorê) derkebim
  67. Qey meriv bîra xwe naynin, me ewan afirandin, qe ewan di berê da tu tişt nebûn
  68. Bi Xudayê te! Emê ewan û pelîdan bi hev ra bicivînin, paşê emê ewan li dora dojê li ser çokan amade bikin
  69. Paşê ji hemî koman, ka kîjan e di hemberê (Yezdan)ê dilovan da, bi curet û serbilind e, emê di nava wan da rakin
  70. Şîxwa paşê em bi xweber jî çêtir dizanin ka li bal dojê da kîjan babet e, ku bê avêtinê
  71. Di nava we da yekê neçe dojê tune ye (hemûşk jî herine dojê). Eva ketina dojê li ser Xudayê te fermanek e, pêk hatîye
  72. Paşê emê ewanê xudaparizî kirine hene! Ewan ji dojê fereste bikin, emê ewanê cewr kiribûne jî di dojê da li ser çokan bihêlin
  73. Gava beratên me yên daveker ji bona wan ra têne xwendinê, ewanê bûne file hene! Ji bona wanên bawerger ra (aha) dibêjin: "(Ka hûn gelî bawergeran! Mêze bikin) ji van her du destan, cîyê kîjan yê çêtir e, kîjan qenctir e (ku meriv ji xwe ra bixe heval)
  74. Me çiqa welatîyên, ku hêj ji van bi mal û temtêla xwe va pir rindtir bûne, teşqele kirine, di berya wan da borîne. (Tu dibe qe evan bi teşqela wan nizanin)
  75. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Kî rêya xwe wunda kiribe, heke Yezdanê dilovan heya hinek deman (mal û zar û fırsend) bide wî, çi jê derdikebe? Loma heya gavê peymanê ji bona wan ra tê, ewan ji van her du tiştan, yekê dibînin: Ya celata wan (bi destê bawergeran di vê cîhanê da ne) ya jî di roya rabûna hemî da (doj bi xweber e.)" Îdî ewanê di wan gavan da bizanin, ka şûna kî, sikê şûna ne û ka bi leşkerî, kê bêvece
  76. Ewanê hatine rêya rast hene! Yezdan beledîya wan hêj pirtir dike. Ewan karên aştikarî para da mayî hene! Ewan li bal Xudayê te, qencê karan e û (evan karê, ka para da ji bona xweyê wan ra tê dayînê) qencê wan e jî
  77. (Muhemmed!) Qe tu evê, ku bi beratên me bûye file (aha) dibêje: "We (di roya rabûna hemî da) mal û zarê ji min ra bêne danê (ezê jîwê gavê mafê teyê li bal min heye bidime te”) nabînî
  78. Gelo ewa bi nexûyanan (dizane, çûye ewan dîtine) ya jî ji Yezdanê dilovan peyman sitandîye (ku we ji wî ra mal û zarê bêne dayînê)
  79. Gotina wî nîne (ewa xapîyaye) ew tişta ku ewa dibêje, emê ewî binivîsin, emê şapatê ji bona wî ra bi dirêjayî dirêj bikin
  80. Emê bibine ûrta wan gotinê wî (mal û zaran ji wî bistînin) ewê bi serê xwe, bi tenê were bal me
  81. Ji bona ku bibine piştevanê wan, ewan ji xwe ra pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) hinek ilah girtine
  82. Wekî gotina wan nîne! Ewan (ilahên, ku ewan ji xwe ra girtine) wê nankorya perestî ya wan bikin û wê ji wan ra bibine dij
  83. (Muhemmed!) ma qey tu nabînî? Ku bi rastî me pelîdên (wusa) li ser filan da şandine, ji bo ku helanê bi gonehkarî bidine wan, ewan jî gonehan bikin
  84. Îdî tu ji bona (şapatdana wan) lez neke, loma em ji bona wan ra danê (şapata) wan dihijmirin
  85. Di roya (rabûna da) em xudaparizan, deste û deste li bal (Yezdan)ê dilovan da dicivînin
  86. Û em gonehkaran jî li bal dojê da bi xurakandin dajon (ça tariş li bal xwê avê da dixurukin)
  87. Ji pêştirê wanê ku li bal (Yezdan)ê dilovan, peymana mehderyê hildane, tu kes nikare mehderî bike
  88. Ewan (filan aha) gotibûne: "(Yezdan)ê dilovan ji xwe ra zar girtine
  89. Bi sond! We curetekî pir sik anîye
  90. (Wusa sik e) hindik maye, ku ezman ji wê (gotina we) biçire û zemîn bidire û çîyan jî biherifin
  91. Ji ber ku we doz kiriye û (gotîye): "Ji bona (Yezdanê dilovan ra zar hene)
  92. Babet nîne ji bona (Yezdan)ê dilovan ra, ku ji xwe ra zaran bigire
  93. Şixwa çi tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemûşk jî li bal (Yezdan)ê dilovan ra bi bendetî tên
  94. Bi sond! (Yezdan ewan hemîşk jî) hildane binê hêz ya xwe, ji hijmara wan ra paşî hatîye
  95. Ewan hemûşkê jî di roya rabûna hemû da (li bal Yezdan da) wê bi kitayî werin
  96. Bi rastî ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Wê (Yezdan )ê dilovan ji bona wan ra hezkirinekî çê bike (her kesê ji wan hez bikin)
  97. Îdî ewa (Qur’an)a bi zimanê te (hinartîye) hêsanî kirîye, ji bo, ku bi wê (Qur’an)ê xudaparizan bidî mizgîndanê (ewanê felat bibin) û tu ewî komalê leçker jî (bi hatina şapatan) bidî tirsandinê
  98. Me di berya wan da çiqa (komalên) çaxan teşqele kirine! Gelo qe tu ji yekê ji wan pêjnê hildidî, ya jî qe ji wan dengan dibihîsî